Çîn: Divê Asyaya Navîn, nebe qada lîstikan

Çîn: Divê Asyaya Navîn, nebe qada lîstikan

PeyamaKurd- Piştî 4emîn Civîna Wezîrên Karên Derve yên Çîn û Asyaya Navîn a ku li Xianê hat kirin,Wezîrê Karên Derve yê Çînê Çîn Gang daxuyaniyek da û diyar kir ku divê Asyaya Navîn, nebe qada lîstikên jeopolîtîk.

Li gorî nûçeya çapemeniya neteweyî, Alîkarê Serokwezîrê Kazakîstanê û Wezîrê Karên Derve Murat Nurtileu, Wezîrê Karên Derve yê Qirgizîstanê Jeenbek Kulubayev, Wezîrê Karên Derve yê Tacikîstanê Siraciddîn Muhredin, Wezîrê Derve yê Ozbekîstanê Bextiyar Saidov û Alîkara Wezîrê Karên Derve yê Tirkmenîstanê Vepa Haciyev, beşdarî lûtkeya ku bi mazûvaniya Çînê hat kirin bûn.

Piştî civîna ku hat kirin, Çin Gang bi rêya daxuyaniya xwe diyar kir ku divê welatên herêmê li dijî destwerdana hêzên derve derkevin û got, "Divê Asyaya Navîn bibe qada hevkariya serketî.

Li gorî hat ragihandin, hat diyarkirin ku Çîn û welatên Asyaya Navîn, civakeke xwedî paşerojeke hevpar in û cîhan di nav alozî û guhertinan re derbas dibe da ku ji bo parastina berjewendiyên xwe divê hevgirtin û hevkariya xwe xurtir bikin.

Hat zanîn ku mekanîzmaya hevkariyê ya "C+C5" ku ji sala 2020î bi vir ve di navbera Çîn û 5 welatên Asyaya Navîn de ji aliyê wezîrên karên derve ve tê birêvebirin, bawerî û hevkariya siyasî ya dualî baştir dike, aştî û îstiqrara herêmê dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin