Çîn: Serê bi Amerîkayê re felaketa dinyayê ye

Çîn: Serê bi Amerîkayê re felaketa dinyayê ye

PeyamaKurd – Wezîrê Bergiriyê yê Çînê Wei Fenghe bersiv da daxuyaniyên Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Patrick Shanahan ku gotibû, “Em êdî li Asyayê bêdeng namînim, divê îstiqrara Asyayê bê dabînkirin.”

Wei Fenghe bal kişand ser ku “Şerekî bi Amerîkayê re rû bide, dê bibe felaketa dinyayê” û got, her çi hêz û dewletek destwerdana Teywanê bike ew dê heta dawiyê şerê wan bikin.

Wezîrê Çînê Wei herwiha destnîşan kir ku heke êrîş neyên ser wan ew êrîşî ti kesî nakin, çimkî şerekî wiha ji bo herdu aliyan jî felaketa dinyayê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin