Çîn xwe berdide nava bazara Ereban

Çîn xwe berdide nava bazara Ereban

Di navbera Çînê û Emaratan de peymana enerjiyê ya bi bihayê 1.18 mîlyar dolarî hat îmzekirin.

Bi peymana şîrketa petrolê ya Çînê PetroChina, li kendava Basrayê di 3 sehayên off-shore petrol û seha xazê de, %10 mafê birêvebirinê bi dest xistiye.

Şîrketa Abû Dabî ya Netewî (ADNOC) peymanê li ser kendava Basrayê, di sehayên Um Şaif û El Nasır de, wê xaza xwezayî û petrol ji aliyê Çînê de bê derxistin. Di saha Zaqqûma jêrîn de jî wê petrolê derbixe.

Mafê birêvebirinê di van sehayên navborî de bo 40 salan bi bedela 1.18 mîlyar dolarî, %10 ê wî dane şîrketa Çînê. Ji sehayên Um Şaif û Nasir di rojê de 460 hezar varêl petrol dertê. Her roj 14 mîlyon m3 xaza xwezayî dertê. Di seha Zaqqûma jêr de her roj 450 varêl petrol dertê.

Di heman sehayan de parên rêvebirinê yên şîrketên Eni ya Îtalyan û ya Total a Fransayê hene.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin