PeyamaKurd – Piştî Yeni Parti li Tirkiyê ava kirin, gelek şaredarên CHP ji partiya xwe îstîfa kirin û çûn nava refê Yeni Partiyê. Niha li bajarê Îstenbolê 4 şaredarên din ji CHPê îstîfa kirin û çûn nav Yeni Partiyê.
Serokê şaxa Îstenbolê yê Yeni Partiyê Özgür Çelik ragihand ku şaredarê Çatalcayê Erhan Güzel, şaredarê Küçükçekmece Kemal Çebi, şaredara Bakırköy Dr. Ayşegül Ovalıoğlu û wekîla şaredarê şaredariya Büyükçekmece Hakan Çebi tevlî Yeni Partiyê bûne.
Bi çûna her 4 şaredaran ya nav refên Yeni Partiyê jimara şaredarên ku çûn nav Yeni Partiyê giha 6 şaredaran.