PeyamaKurd – Li bajarê Adanayê Festîwala fîlm a “Koza Zêr” ya 33em bi dawî bû û xelata şerefê dan derhêner Ferzan Özpetek û hunermenda şano û sînemayê Vahide Perçin. Piştî merasima dana xelatan, Sendîka Leystikvanan li ser şertên xebata sektorê panelekî li dar xist.
Merasima dayîna xelatê li navenda xwepêşandanê ya bi navê PGM 01 Burda Performansê hat kirin. Di merasimê de Yeliz Doğramacılar pêşkêşvaniyê kir û bi guhdarkirina Orkestra Monart destpêkir.
Cîgirê şaredarê bajarê mezin yê Adanayê Güngör Geçer behsa çanda sînemayê kir û kesên xelat sitendine, bê çawa destekê dane sînemayê, pesnê wan bilind nirexand.