PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Çînê derbarê hedefgirtina serkirdeyên payebilind ên Îranê de daxuyaniyeke tund belav kir. Pekînê destnîşan kir ku kuştina rêberên siyasî û leşkerî yên Îranê di şerê berdewam de bi tu awayî “nayê qebûlkirin”.
Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê Lin Jian, di civîneke çapemeniyê de li paytext Pekînê li ser geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn axivî. Jian diyar kir ku Çîn di têkiliyên navneteweyî de her dem li dijî bikaranîna hêzê ye û got: “Kuştina rêberên Îranî û êrîşên li ser hedefên sivîl bi tevahî nayên qebûlkirin. Divê rêz li serweriya welatan were girtin.”
Ev berteka tund a Çînê piştî wê yekê hat ku artêşa Îsraîlê di nava du rojên dawî de ragihand ku Sekreterê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî û Wezîrê Îstîxbaratê Îsmaîl Xetîb di êrîşên asmanî de hatine kuştin.
Operasyona berfireh a Amerîka û Îsraîlê ya li dijî Îranê ku di 28’ê Sibata 2026’an de dest pê kir, di nava sê hefteyan de derbên kujer li hiyerarşiya dewleta Îranê xist. Di roja yekem a operasyonê de Rêberê Olî yê welêt Ayetullah Elî Xamineyî, Wezîrê Parastinê, Fermandarê Giştî yê Pasdarên Şoreşê û Şêwirmendê Leşkerî Elî Şemxanî hatibûn kuştin.
Pisporên siyasî diyar dikin ku daxuyaniya Çînê nîşaneya nerazîbûna Pekînê ye li hemberî jihevketina sîstematîk a rêveberiya Tehranê ku hevalbendekî stratejîk ê aborî û siyasî yê Çînê ye.