PeyamaKurd - Civîna Civaka Siyasî ya Awrûpayê li welatê Maldovayê bi dawî hat. Piştî civînê serokomara Maldova Maya Sandû daxwuyaniyekî da û got:
“Ez kêfxweşim ku ji çar aliyên Awrûpayê lîder tevlî civînê bûn û me mazûrvaniya wan kir. Ji şerê cîhanî yê duyem heya niha me nîşan da ku li hemberê êrîşa leşkerî ya herî mezin û îhlalên hûqûqî yên navdewletî em gihîştine hev. Me îro di wexta ku qita me di bin tehdîdê ye, me hêz û yekîtiya xwe nîşan da.
Çiqas dewam bike bila bike em ê destekê bidin serokê Ûkraynayê Zelenski. Ez weka serokomara Maldovayê dibêjim eger cesaret û berxwedana Ûkraynayê nebûya, wê welatê min di bin tehdîdê de bûya. Em îro di derbarê ewlehiyê de axifîn. Me behsa parastina Awrûpayê ji şeran, ji êrîşan û tehdîdan kir. Tevegerên me yên hevpar wê malbata me Awrûpayê xwurt bike.”
Di civînê de endamên Yekîtiya Awrûpayê û yên ku ne endamin, ji 40 dewletan lîder tevlî bûn û civîn qediya. Civîna bê wê li welatê îspanyayê çêbibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin