Civîna 'Îranê' li Pakistanê bi beşdariya Tirkiyeyê pêk hat

Civîna 'Îranê' li Pakistanê bi beşdariya Tirkiyeyê pêk hat

PeyamaKurd - Wezîrên derve yên Pakistan, Erebistana Siûdî, Tirkiye û Misrê li Îslamabadê, paytexta Pakistanê civiyan.

"Civîna Wezîrên Derve yên Tirkiye-Misir-Pakistan-Erebistana Siûdî" li Îslamabadê, paytexta Pakistanê, bi beşdariya Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîrê Derve yê Pakistanê Muhammed Îshaq Dar, Wezîrê Derve yê Misrê Bedr Ebduletî û Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Feysel bin Ferhan Al Siûd pêk hat.

Ev lûtkeya ku di navbera wezîrên derve yên çar welatan de pêk hat, bi înîsiyatîfa Pakistanê ji bo nîqaşkirina şerê li dijî Îranê û krîzên heyî yên li Rojhilata Navîn hate organîzekirin.

Li gorî raporên çapemeniyê, Pakistan armanc dike ku di vê înîsiyatîfê de navbeynkariyê bike da ku çareseriyek dîplomatîk û aştiyane ji bo şerê ku mehek berê di navbera DYA, Îsraîl û Îranê de derket holê û aramiya cîhanî û aboriyê bi giranî têk bir, bibîne.

Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî diyar kir ku di civînê de danûstandina nêrînan li ser pêşketinên dawî yên li herêmê û nîqaşkirina xebata hevbeş ji bo dîtina çareseriyek aştiyane ji bo bidawîkirina kaosê hebû.