PeyamaKurd – Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyê (MSB) ragihand ku civîna Koma Parastina Bilind a Tirkiye û Amerîkayê (DYA) li Washingtonê hat lidarxistin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Parastina Neteweyî ve hat dayîn de hat diyarkirin ku civîn duh bi beşdariya heyetên wezaretên parastinê yên her du welatan pêk hat.
Herwiha hat gotin, "Di civîna ku di atmosfereke erênî û avaker de hat lidarxistin de, li ser berevaniya dualî, perwerdehiya leşkerî û hevkariya pîşesaziya berevaniyê û herwiha mijarên ewlehiyê yên herêmî û navneteweyî, gotûbêj û pevguhertina nêrînan hatin kirin."
Hate balkişandin ku tê plankirin ku civîna bê sala bê bi mazûvaniya Tirkiyeyê bê lidarxistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin