PeyamaKurd – Piştî erdhejên mezin ên 6ê Sibatê yên navend Mereş ku karesateke mezin a mirovî bi xwe re anî, xebata Parlamentoya Tirkiyê heta 13ê Sibatê hatibû paşxistin.
Serokwekîlê Koma AK Partiyê yê parlamentoyê Mustafa Elitaş, îro Yekşemê ragihand ku navbera xebatê ya ku ji bo parlamentoyê hatibû dayîn, hatiye dirêjkirin.
Elitaş diyar kir ku ji ber piraniya parlamenter li herêma erdhejê ne, bi lihevkirina partiyên siyasî biryar hatiye dayîn ku xebata parlamentoyê heta 28ê Sibatê were paşxistin.
Piştî erdhejên ku li 10 bajaran bi deh hezaran welatiyan can daye, cara duyem xebata parlamentoya Tirkiyê tê paşxistin ku herî dawî biryara 21ê Sibatê hatibû dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin