PeyamaKurd – Quncuknûsê rojnameya Independent yê serguzeştê Rojhilata Navîn Patrick Cockburn ragihand, ku li navçeya parêzgeha Îdliba Sûriyê, biryara pêkanîna herêmeke bêçek bi hewldana Moskova û Ankarayê nîşana serkeftina Rûsyayê li Sûriyeyê ye.
Muxabir û quncuknûsê rojnameya Brîtanî Independentê Cockburn, di nivîsa xwe de ya li rojnameya navbûrî diyar dike ku, ya rastî Rûsya her demê ji mulehezekirinan wirdetir bihêz bûye, ji ber ku piştî belavbûna Sovyetê jî weke hêzeke nukleerî li ser piya maye.
Cockburn li ser peymana Îdlibê de wiha dibêje: “”Rêkeftina di navbera Tirkiye û Rûsyayê de li ser parêzgeha Îdlibê dide nîşandan ku Moskova li Sûriyeyê li gor yên din çendî li pêş e.”
Li gor peymana ku di navbera Tirkiye û Rûsyayê de hatibû İmzekirin ,li Idlibê di navbera hêzên hikûmetê û opozîsyonê de dê herêmeke “bêçekdar” were avakirin û ev herêma bêçekdar dê 15 -20 kîlometre be û piştî 15ê Cotmehê dê çekên giran ji herêmê bêne kişandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin