COP28ê pêsnûmaya wazlêhanîna sotemenîyên fosîl pesend kir

COP28ê pêsnûmaya wazlêhanîna sotemenîyên fosîl pesend kir

Peyama Kurd - Pêşnûmeya peymana ku banga wazlêhanîna ji sotemeniyên fosîl dike, di Konferansa Av û hewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP28) ya ku li Dubaîyê hat lidarxistin de hat pesendkirin.

 

Serokê COP28ê Sultan el-Jaber ragihand ku peyman "bersiveke berfireh" ji guheztina avûhewayê re pêşkêş dike û ji bo gihîştina 1.5 pleyî nûnertiya planeke çalakiyê ya xurt dike.

Di encamnameya peymanê de bang li welatên cîhanê tê kirin ku wekî gelek beşdarên konferansê daxwaz kirine, di pergalên xwe yên enerjîyê de ji bikaranîna sotemeniyên fosîl dûr bikevin.

Encamname qebûl dike ku kêmkirinên kûr, bilez û domdar hewce ne ku zêdebûna germahiyê di 1.5C de bê bisînorkirin.

Di encamnameya COP28ê de tê destnîşankirin ku têgeha berê ya "Dikare tevkarî bê kirin" bi têgeha "Dikare Beşdarî Bê kirin" hatiye guhertin.

Di pêşnûmaya berê ya COP28ê de dihate gotin ku welat "dikarin hem xerckirin hem jî hilberîna sotemeniyên fosîl kêm bikin." Di pêşnûmaya vê peymanê de bang li welatan tê kirin ku "beşdarî veguheztina gav bi gav ji sotemeniyên fosîl ên di pergalên xwe yên enerjiyê de bibin."

Di pêşnûmeya dawîn de hat gotin ku divê emîsyonên gazên serayê heta sala 2025an bigihîje lûtkeyê da ku germahiya global bigihîje 1.5 pleyî. Lê belê, pêşnûmeya nû dibêje ku ew qebûl dike ku modêla zanistî pêşbînî dike ku wê emîsyon heya 2025an bigihîje lûtkeyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin