PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Tirkiyê ragihand ku di nav 24 saetên borî de, 74 kesên din ji vîrusa koronayê can dane û 2 hezar û 106 kesên din jî pê ketine. Rewşa tenduristiya 2177 nexweşan jî giran e.
Li gorî daxuyaniya îro 1ê Mijdarê ya wezaretê, di encama 123 hezar û 343 testan de, 2 hezar û 106 nexweş hatine tespîtkirin û 74 nexweşên koronayê jî can dane.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca li ser parvekirina amarên dawî got, hejmara nexweşên giran îro jî zêde bûne, ew neçarin wê hejmarê kêm bikin û bang li welatiyan kir li gorî tedbîran tevbigerin.
Bi van amarên dawî re hejmara mirinan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gihîşt 10 hezar û 326 kesan û hejmara giştî ya pêketiyan bû 370 hezar û 473 kes.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin