???????Li Mêrdînê ''jineke Iraqî'' di malekê de kustî hat dîtin

???????Li Mêrdînê ''jineke Iraqî'' di malekê de kustî hat dîtin

PeyamaKurd – Li Mêrdînê, jinek di malekê de kuştî hat dîtin û li gor medyaya fermî ya Tirkiyê, ew jin welatiya Iraqê ye.

Li gor zanyariyên ji taxa Şenkoy a navçeya Midyada ser bi parêzgeha Mêrdînê ve li Bakurê Kurdistanê, dengê teqeyan ji mala kesê bi navê S.O hatiye bihîstin û li ser agahdirkirina welatiyan hêzên ewlakariyê çûne wê malê.

Di encama lêkolîna hêzên ewlekariyê de, di tiwaleta li derve ya wê malê de, jinek kuştî hat dîtin.

Li gor agahiyên ajansa fermî ya Tirkiyê, ew cenaze yê jineke “welatiya Iraqî ye” û li gor lêkolînên destpêkê bi çeka nêçîrê hatiye kuştin.

Hat diyarkirin, termê wê jinê ji ber karûbarên otopsiyê ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê hatiye veguhastin.

Herwiha kesê bi navê S.O jî bi çifteya xwe li navenda Mêrdînê hatiye desteserkirin û karûbarên wî yên îfadeyê li navenda ewlekariyê berdawam in.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin