PeyamaKurd – Hat ragihadin ku di encama teqîna otomobîleke bombebarkirî de, li rojavayê Iraqê 14 endamên artêşa Iraqê û hêza Heşdî Eşîrî hatin kuştin û birîndarkirin.
Çavkaniyeke ewlehiya Iraqê eşkere kir ku îro 28ê Sibatê, li bajarokê Hedîse yê parêzgeha Enbar ê rojavayê Iraqê, otomobîleke bombebarkirî di hêzeke girêdayî artêşa Iraqê û Heşdî Eşîrî de teqiya.
Hat diyarkirin ku li gor zanyariyên destpêkê efserekî artêşa Iraqê û 6 karmendên Heşdî Eşîrî jiyana xwe ji dest dane û 5 leşkerên artêşa Iraqê û 2 endamên Heşdî Eşîrî jî birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin