PeyamaKurd – Hat ragihandin ku civînên aliyên Lîbyayê yên li bajarê Bûzinîqa ya welatê Mexribê îro 6ê Cotmehê bi dawî dibin û herdu aliyan li ser dabeşkirina payeyên serweriyê li hev kirine.
Li gorî ragihandina çavkaniyên ji Parlamena Lîbyayê ku nêzîkî hêzên Xelîfe Hefter e, encamên danûstandinên li Mexribê erênî bûn û di dawiyê de aliyên Lîbyayê gihîştin rêkeftineke giştî li ser dabeşkirina payeyên serwerî û mekanîzmeyên wê.
Hêjayî gotinê ye ev demek e aliyên Lîbyayê yên ji hikûmeta Wîfaq û Meclîsa Libyayê li bajarê Bûzinîqa yê Mexribê, li ser 7 erkên serweriyê danûstandinan dikin.
Wezîrê derve yê Mexribê Nasir Bûrîta jî da xuyakirin ku danûstandin bi pêş ve diçin û hêvî kir her du alî peymanê îmze bikin.
Hevdîtinên aliyên Libyayê di çarçoveya biryarên Konferansa Berlînê de dimeşin û doh Duşemê jî li Berlînê, derbarê aloziya Lîbyayê de, bi armanca pêkanîna biryarên Konferansa Berlîn 1ê civînek hatibû lidarxistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin