PeyamaKurd - Bi hevkariya beşa Pêwendiyên Komîteya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) û Saziya Mala Kurd, civîneke hevbeş a hêzên siyasî yên her çar perçeyên Kurdistanê li Belçîkayê hate lidarxistin.
Di civîna ku bi xwendina sîrûda neteweyî Ey Reqîb û xulekek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdên Kurdistanê bi taybetî şehîd Mocteba Weysî û Mêysem Weysî dest pê kir.
Di destpêka bernameyê de, Seîdûn Behramiyan û Beha Îbrahîmî gotarên xwe pêşkêş kirin û tekezî li ser girîngiya yekrêzî, hevkarî û hevgirtina aliyên Kurdî kirin da ku dengê mafdar ê gelê Kurd bi awayekî xurt bigihînin navendên Ewropî û dewleta Belçîkayê.
Biryara fermî ya avakirina komîteyê
Piştî nirxandin û nêrinên nûnerên aliyên siyasî yên beşdar, di dawiya civînê de bi biryareke fermî û hevpar "Komîteya Hevkariya Hêz û Aliyên Kurdistanî" hate damezrandin.
Di komîteyê de, Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, Sazmana Xebat, Komeleya Şoreşger, Yekîtiya Jinên Demokrat, Saziya Mala Kurd, Partiya Pêşverû û Partiya Yekîtiya Demokrata Kurd (Rojava), Partiya Sosyalîsta Kurdistan (Bakur) û Komeleya Zagrosê cî girtin.
Hêjayî gotinê ye, ev gava nû wekî hewldaneke girîng a dîplomasiya Kurdî ya li Ewropayê tê nirxandin.