ENKS û TEV-DEM rêkeftina îdarî û leskerî çêdikin

ENKS û TEV-DEM rêkeftina îdarî û leskerî çêdikin

PeyamaKurd- KDP.info ragihand ku endamekî serkirdatiya PDK-S ê dibêje, hevdîtinên di navbera ENKS û TEV-DEM ê de dewam dikin û biryarê dane ku piştî cejna Remezanê hevdîtinên di derbarê rêkeftina îdarî û leşkerî de bên kirin. Dr. Kawa Azîzî endamê eerkirdatiya PDK-S ê weha ragihandiye:

“ENKS û TEV-DEM rêkeftineke siyasî kirine û biryar hatiye dayîn ku di her pirseke netewî de yekhelwêst bin û yek deng bin. Ev yek jî pêngaveke pir baş e ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê, ji bo ku em karibin mafên xwe bidestve bînin.”

Dr. Kawa Ezîzî di dewama ragihandina xwe de weha dewam kiriye:

“Niha çend komîte hatine avakirin ji bo ku piştî cejna remezanê dest bi danûstandinan bikin ji bo ku rêkeftina îdarî, leşkerî û aborî û çawaniya birêvebirina Rojavayê Kurdistanê, bikin. Rêkeftinên Hewlêr û Duhokê dê bibin bingeh ji bo rêkeftina niha re.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin