PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî di gotarekê de daxwaz ji Parlementoya Iraqê kir, desthelata guhertina hinek wezîrên kabîneya hikumetê bide wî.
Piştî sê rojan ji berdewamîya xwenîşandanên Bexda û bajarên başûr û naverasta Iraqê, Adil Ebdulmehdî daxwaza aramiyê û delîvedanê bo guhertinan ji hemwelatîyan dike.
Di gotarekê de ku televizyona fermiya El Iraqî ye belav kir, Adil Ebdulmehdî daxwaz ji Parlementoya Iraqê, hêz û alîyên siyasî kir ku guhertinan pêk bînin da ku bikare guhertinan encam bide.
Herwiha Adil Ebdulmehdî aşkere jî kir çareserî ya cazî (sihrî) nîne bo desthilatê û xirab mifawergirtinê ji desthilatê, lê hemû hewlekê dide da ku yasayek derkeve û her malbateke hejar mûçeyeke bineret hebe.
Herweha Adil Ebdulmehdî bang li xwenîşanderan jî kir û got: “Dengê we hate bihîstin û ew daxwaziya we heye bo berengariya gendeliyê û çaksaziya bineretî daxwaziyeke rewa ye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin