PeyamaKurd – Li ser rewşa tenduristiyê û vîrusa Koronayê ya Herêma Kurdistanê, Wezîrê Tendirustiya Herêma Kurdistanê û Rêxistina Tendirustiya Cihanê (WHO) civiyan.
Li gor Berdevkê Wezareta Tendirustiyê Dr. Aso Hewêzî diyar kir: "Bi amadebûn û serperiştiya Wezîrê Tendirûstiyê, Encûmena Şêwirmendiyê ya Bijîşkên Bêsînor û şêwirmend û bijîşkên xwedî ezmûn bi Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) li ser rewşa Koronayê li Herêma Kurdistanê di civînekê de ne.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin: "Li Herêma Kurdistanê hejmara kesên bi vîrûsa Koronayê ketine gelekî zêde bûne. Pêşbînî xeternak in. Ji bo hişyarkirina welatiyan a xweparastina ji vê vîrûsê, pêwîstî bi beşdarbûna hemû çînên civakê heye.”
Di sê rojên dawî de, her roj zêdetirî hezar kesî li Herêma Kurdistanê bi vîrûsa Korona dikevin. Bi vê yeke, hejmara pêketiyan nêzîkî 65 hezar bûye, 2 hezar û 226 kes jî bi Koronê can dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin