PeyamaKurd – Senatorê Amerîkî Whip John Tune, ji bo çareserkirina krîza pergala parastina asmanî ya Rûsan S-400 ku Tirkiyê kiriye, banga amadekirina porjeyasayekê li kongreya Amerîkî kir.
Senator Whip John Tune, pêşniyar kir ku ji bo S-400ên Tirkiyê ji Rûsyayê kirîne, bifiroşin Amerîkayê di Yasaya Erkdarkirina Parastina Netewî ya 2021ê de guherîn bê kirin.
Li gorî guhertina di yasayê de bê kirin jî ji budçeya artêşa Amerîka ya dabînkirina moşekan, wê S-400ên Rûsî yên li Tirkiyê bên kirîn.
Li gorî nûçeya Defense Newsê ev pêşniyar piştî ku Amerîkayê endama NATOyê Tirkiye ji ber kirîna S-400an ji bernameya balafirên F-35an derxistiye hatiye kirin ku di çarçoveya yasaya CAATSA de sepandina dorpêçan li ser Tirkiyê tê ferzkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin