Fuad Husên bi serdaneke fermî li Qahîreyê ye

Fuad Husên bi serdaneke fermî li Qahîreyê ye

PeyamaKurd -  Wezîrê Derve yê Iraqê Dr. Fuad Husên îro bi serdaneke fermî çû paytexta Misirê Qahîreyê.

Wezareta Derve ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand, Dr. Fuad Husên bi armanca serdaneke fermî li Qahirê ye û biryare bi serokkomarê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî re jî bicive.

Li gorî daxuyaniyê wê Husên bi Wezîrê Derve yê Misirê Samih Şukrî re bicive û du sibe jî li Qahîreyê ligel Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen Sefdî bicive.

Herwiha hatiye ragihandin ku wê Fuad Husên di vê serdana xwe de, bi Sekreterê Giştî yê Komkara Welatên Erebî Ehmed Ebu Xeyd re jî bicive.

Hat diyarkirin ku ev serdan di çarçoveya temamkirina rêkeftina navbera Misir, Urdin û Iraqê de tê kirin ku meha Tebaxê hatibû îmzekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin