PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên, bi mebesta hejmarek hevdîtinên fermî pêk bîne çû Bruksel a paytexta Belçîkayê.
Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sahaf ragihand, Wezîrê Derve Fuad Husên bi serdaneke fermî îro 20ê Çileyê 2022yan çûye Bruksel a paytexta Belçîkayê.
Tê çaverêkirin Husên li Brukselê çend hevdîtinan bi berpirsên Yekîtiya Ewropayê re pêk bîne.
Wezareta Derve ya Iraqê li ser naveroka hevdîtinan hurgilî belav nekirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin