PeyamaKurd - Li bajarê Batmanê yê Bakûrê Kurdistanê ciwanek ji aliyê du birayên ku xwîniyên hev bûn ve bi awayekî hovîtî hat kuştin.
Dîmenên bûyera ku pêr li termînala otobusan a Batmanê qewimî ye derketin holê ku tê dîtin polîs tevî qatilê kêr di dest de, li benda mirina wî xortî ne ku taliyê li wir canê xwe ji dest dide.
Ciwanê bi navê Suat Yuksekbag (20 salî) ku ji navçeya Hawêl (Baykan) a Sêrtê çûbû Batmanê dema xwest vegere mala xwe li termînala Batmanê rêya wî ji aliyê du birayan ve hat birîn û piştre wan herdu kesan bi kêr û daran êrîşî wî ciwanî kirin û ew xedarî birîndar kirin.
Dema bûyer qewimî xelkê termînalê û polîsên hatin cihê bûyerê, li ber nalenala ciwanê birîndar digel qatilên wî heta ku mir temaşe kirin.
Hat ragihandin ku piştî ku ew ciwanê birîndar canê xwe ji dest daye, herdu êrîşkar hatine girtin.
Piştî belavbûna dîmenan li ser bertekan Miduriyeta Giştî ya Asayîşa Tirkiyê ragihand ku ji ber awayê mudaxeleya bûyerê lêpirsîn ji bo wan polîsan hatiye destpêkirin.
Daxuyaniya Asayişa Tirkiyê û ew dîmenên hatine belavkirin...
28.08.2019 günü Batman Otobüs Terminali’nde gerçekleşen yaralama olayına ilk müdahalede bulunan polis memurları hakkında “Olaya Müdahaleleri Yönünden” idari soruşturma başlatılmıştır.
— Türk Polis Teşkilatı (@EmniyetGM) August 30, 2019
Olayın faili R.K ve A.K isimli şahıslar ise aynı gün sevk edildikleri mahkemece tutuklanmıştır. https://t.co/c8SUNGy1ym
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin