Li Îngîltere êrîşa fîberî çêbû: Agahiyên 100 hezar polîsan dizîn

Li Îngîltere êrîşa fîberî çêbû: Agahiyên 100 hezar polîsan dizîn

PeyamaKurd – Li welatê Îngîltere di encama êrîşên sîberî de yên ser dezgeyên dewletê de, ji 100 hezarî zêdetir agahiyên polîsan, agahiyên wan yên têkiliyan, ciyên karên wan dizîn û xistin sîta bi navê “dark web”ê.

Li gor çapemeniya Îngîltere; êrîşên sîberî kirine ser wezareta bergiriyê, Ajansa netwewî ya sûcan (NCA) û Xizmetên dozgeriya qraliyeta Îngîltere (CPS)ê û agahiyan bi dest xistine.

Êrîşker her weha ketine agahiyên PNLDê ku li Îngîltere û Gallerê de bi armanca desteka hûqûqî ya polîsan bikartîne; ciyên xizmeta wan polîsan jî xistine "dark web" ê.

Rayedarên Îngîltere difikirin ku ji kiryarê grûba sûcên sîberî ya bi navê "ExfilSquad" berpirse.

Îngîltere di 29ê Temmûzê de ragihandibû ku êrîşa sîberî kirine ser doneyên wezareta perwerdê, di encamê de jimareyên telefonên kesan û dezgeyan, bi e-posta yên wan ve xistine dest û jimara wan 607 hezar e.