Iraqê red kir ku êrîşa ser Siûdî ji ser xaka wê çêbûye

Iraqê red kir ku êrîşa ser Siûdî ji ser xaka wê çêbûye

PeyamaKurd - Berdevkê Serokwezîriya Iraqê Sabah Numan ragihand, heta niha tu delîl nînin ku nîşan bidin êrîşên li ser Erebistana Siûdî ji ser axa Iraqê hatine kirin.

Numan diyar kir ku saziyên ewlehiyê ji bo pêşîgirtina li êrîşên muhtemel û parastina serweriya welat planeke giştî amade kirine û daxwaz kir ku derbarê van îdîayan de delîlên berçav werin pêşkêşkirin.

Her wiha hat tekezkirin ku destûr ji bo ti tevgerên nenas û çekdarên li derveyî kontrola dewletê nayê dayîn.

Serekwezîr Elî Zeydî jî serdana baregeha Haşdî Şebî kir û li ser êrîşên li dijî endamên vê rêxistinê agahî wergirtin û diyar kir ku ev sazî parçeyek ji pergala parastina neteweyî ye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Amerîkayê çend roj berê êrîşê baregeha Heşda Şeibî kiribû ku Îran piştevaniya wan dike.

Herwiha milîsên bi ser Îranê ve yên Iraqê jî êrîşên moşekî li dijî Erebistana Siûdî pêk anîbûn ku Iraq vê yekê red dike.