PeyamaKurd – Li Îngîltere Manchester Airports Group (MAG) xizmeta 3 balafirgehan birêve dibe ragihand ku di êrîşa sîberî de agahiyên 8,7 milyon muşteriyan dizîne lê ji aliyê ewlehî û operasyonan de, bandor li şîrketê nebûye û agahiyên firotinê nehatine dizîn.
Di nava agahiyên 8,7 milyon muşteriyan de e-posta, telefon, plaka û kodên postayê hene. Di êrîşê de parka alavan, salona taybet ya rêwiyan, rezervasyonên derbasbûna lezgîn û qeydiyên Wi-Fi ketine ber êrîşan lê ewlehiya rêwiyan û hewageriyê neketiye talûkê.
Şîrketa MAGê rêvebirina balafirgeha Manchester East Midlands û ya balafirgeha Stanstedê dike. Şîrketê ragihand ku agahiyên muşteriyan yên banka û perên ku dane, neketine ber êrîşê. Yanî hesabên muşteriyan, banken wan,kartên hesab û krediyên muşteriyan neketiye destê êrîşkerên sîberî.