Li Xoyê li pey hev erdhej çêbûn: Wanê jî hejiya

Li Xoyê li pey hev erdhej çêbûn: Wanê jî hejiya

PeyamaKurd - Li navçeya Xoyê ya ser bi parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê 3 erdhejên li pey hev çêbûn ku ya herî mezin 4,5 pile bû.

Navenda Erdhejzaniyê ya Îranê ragihand ku navenda erdhejan bajarokê Fîrûreqê bûye. Erdheja yekem şevê din saet 22:51ê bi hêza 3,6 pileyan, ya duyem saet 00:55an bi hêza 4,5 pileyan û ya sêyem saet 01:12an bi hêza 3,6 pileyan rû da.

Rêvebirê Navenda Kontrolkirina Qeyranan a Urmiyeyê Hamîd Seferî eşkere kir ku di van erdhejan de ti ziyanên canî û madî çênebûne.

Li Wanê jî hatin hîskirin

Serokatiya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) jî diyar kir ku her du erdhejên li nêzîkî sînor li navçeya Qelqeliyê ya Wanê hatine hîskirin.

AFADê da zanîn ku erdheja yekem di kûrahiya 7,16 kîlometreyan de û 41,82 kîlometreyan dûrî Qelqeliyê çêbûye, erdheja duyem jî saet 00:42yan bi mezinahiya 4,0 pileyan 35,70 kîlometreyan dûrî heman navçeyê hatie tomar kirin.