PeyamaKurd – Civîna navbera Rûsya-Tirkiye ku biryar bû îro şanda Rûsî ya ji Wezîrê Derve Sergey Lavrov, Wezîrê Berevaniya Rûsya Sergey Şoygû û berpirsên leşkerî tê de beşdariyê bikin û mijarên Sûriye û Libyayê gotûbêj bikin, hat paşxistin.
Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand, “Piştî pêwendiyeke telefonî di navbeyna Wezîr Çavuşoglu û Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov de, civîna di navbeyna Wezîrên derve yên Tirkiye û Rûsya de, herwiha hevdîtina Cîgirên wezîrên Derve û şandan, bo demeke pêş hate paşxistin. Biryar hate dayîn ku danûstandinên welatan bi pêwendiyên cîgirên wezîrên derve berdewam bike. Hevdîtina Wezîran ji bo demeke pêş hate paşxistin.”
Çav li rê bû îro Lavrov û Çavuşoglu li Stenbolê bicivin, lê piştî pêwendiya telefonî ya herdu wezîran hemû civînên yên derbarê Libya û Sûriyê de bo demeke nediyar hatin betalkirin ku ev jî wekî nîşaneya zêdebûna nakokiyên herdu aliyên Rûs-Tirk li Sûriye û Libyayê tê nîşandan.
Balafirên Rûsî berî civîna îro ya bi Tirkiyê re Idlib bombebaran kir
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin