PeyamaKurd- Ji ber daxuyaniyên serokê VPê (Vatan Partisi/Patiya Welêt), Teşkîlatên Amed, Batman û Qoserê tevde 90 kesî ji VPê îstîfa kirin.
Di derbarê mijarê de Serokê Bajêr yê VPê Selahattin Gonûl daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ev hatin gotin:
“Ji vir pêde em ê rayên xwe bidin HDPê. Wekîl û şaradarên HDPê hatin girtin, ti kesî dengê xwe dernexist. 6 mîlyon insanî rayên xwe dan HDPê. Ti kesî bi darê tifingê rayên xwe nedane HDPê. Lê niha dixwazin pêşîvanên mafyayê ji hepsê derxin. Qey hewceyiya hikûmetê bi mafyayê heye. Sedat Peker dibêje ez ê derkevim û xwîna Kurdan birijînim. Ti kes nikare vê bibêje. Ev bênamûsî û bêşerefî ye. Êdî em hemî dê rayên xwe bidin HDPê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin