Ji Platforma Yekîtiya Jinên Kurd bangewazî: Ey Kurdno!..

Ji Platforma Yekîtiya Jinên Kurd bangewazî: Ey Kurdno!..

PeyamaKurd - Platforma Yekîtiya Jinên Kurd ku civîna xwe ya salane li dar xist, encamnameyek belav kir.

Di encamnameyê de bang li hemû sazî û dezgên Kurd tê kirin û tê gotin, “Ey Kurdino, ger ku em nebin yek, Emê biçin yek bi yek”.

Platforman Yekîtiya Jinên Kurd li ser civîna xwe diyar kir, “Em wek Platforma Yekitîya Jinên Kurd di avakirina sala me ya duyemîn de careke din bi dezgehên Kurd, partîyên sîyasî, însîyatîfa jinên Kurd û tevgerên jinan bi durişma ‘Em ji vê dere ne, em li vê derê ne, azadiya me yekitiya me ye’ hatin cem hev. Me êrîşên ku li Kurdistanê binpêkirina mafan derbas bûye û kulên hatine jiyandin nîqaş kir. Û em gihiştin tenê yek encamê: heta Kurd nebin yek di serî de jinên Kurd, li çar alîyên Kurdistanê ji qirkirin û polîtîkayên mêtîngeh xilas nabin.”

Di berdewama encamnameyê de hat destnîşan kirin ku çarenûsa Azadîya me li hemû parçeyên Kurdistanê yekîtî û Azadîya kurdan e û jinan daxwaziyên xwe wiha anîn ziman:

“Em dixwazin bawerîya xwe ya têkoşer û pirsyarker bang li  sîyasertmedarên Kurd û gelê Kurd bikin. Ji hemû alîyan em jinan di yekitîya kurdan de wek hezake mezin qebul dikin.

Dîsa em dîtinên îdeolojîyên fermî yen ku jinan tune dihesibîne serdestîya meran, feodal û milîtarîst qebul nakin.

Em li hemberî ‘parçekirina’ li me hatîye ferz kirin derdikevin.

Ji bo Azadîya kurdan nêrîna jinan, daxwaza yekîtîyê em derdixin pêş.

Em bi bawer in, dest jê bernadin, emê hewldana diyaloga ji bo yekitîya zêdetir bikin careke din bi israr bang dikin; yan em ê bibin yek yen jî em ê yek bi yek tune bibin.

Daxwaza ku Eyşe Şan xwest li Amedê were defînkirin em wek jinên Kurd li ser xwe wasîyet dihesibînin û em ê israr bikin ku gora Eyşe Şan ji Buca/Îzmîrê bînin Amedê.”

Di dawiyê de jî hat gotin, “Konferansa me ya salvegera duyemîn ji partî, sazî, însîyatîf û tevgerên Kurd re bi banga hemû jinan “Ey Kurdino, ger ku em nebin yek, Emê biçin yek bi yek” bi dawî bû.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin