PeyamaKurd - Şaneya Rûbirûbûna vîrusa koronaya nû Covid-19 li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku nexweşekî koronayê baş bûye.
Şaneya Rûbirûbûna Vîrusa Korona îro Sêşemê li bajarê Qamişlo di civîneke rojnamevanî de ragihand, piştî derbasbûna 14 rojan û başbûna pêketiyê bi vîsusa koronayê, karantînekirina taxa Amran li Hesekê bidawî bû.
Şaneya Rûbirûbûna Vîrusa Korona da zanîn ku hîn metirsiya belavbûna koronayê heye û divê xelk pabendî rênimayên xweparastina ji koronayê bibin.
Desteya Tenduristîya Rêveberiya Xweser berî niha ragihandibû, piştî encamdana pişkinînan, du kes li bajarê Hesekeyê bi vîrusa koronayê ketine, ku jin û mêr in û jin li nexweşxaneya Nîştîmanî ya bajarê Qamişlo û mêr jî li mala xwe hatibûn karantînakirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin