PeyamaKurd- Duhî li bajarê Konyayê 18 karekên demkî yên ku bo xebatê çûbûn bajarê Anedolê Konyayê bi mînîbusa xwe li TIR ekî dabûn û di encamê de 7 karker jiyana xwe ji dest dabûn û 11 karker jî birîndar bûbûn. Cenazeyên 7 karkeran îro birin bajarê Rihayê û bi qelebalixeka mezin definkirin. Cenazeyên 7 karkeran li cem hev hatin definkirin. Kesên di qezayê de mirin hemû mirovên hevin.
Kesên ku miribûn navên wan Ahmet, Fida, Mehmet, Medine, İbrahim û Mehmet Okal û kesê bi navê ile Mehmet Kuş in. Cenazeyên wan bi erebeyên cenazeyan biribûn Rihayê.
Parêzgerê Rihayê tevî şaredarê Rihayê û hin şaredarên navçeyan tevlî merasima cenazeyan bûn û di merasimê de maske dan ber devên xwe û hem heya karibûn mesafa navbera xwe parastin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin