Tirkiye bo Amerîka: Madem tu nadî, tu nikarî dengê xwe bikî

Tirkiye bo Amerîka: Madem tu nadî, tu nikarî dengê xwe bikî

PeyamaKurd-Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu bersiva Amerîkayê bo sîstema hewayî ya parastinê ya S-400an da: “Eger tû sîstemê nadî, tu yê destê xwe nexî nav karê me.”

Beyana Çavuşoğlu li ser beyana cîgirê berdevkê wezareta karên derve yê Amerîkayê Robert Palladino hat dayîn.

Çavuşoğlu weha got: “Hevkarên me carna bo sîlihên gelek basît astengiyan derdixin lê piştî me S-400an kirî aciz bûn. Tu çima aciz dibî? Ger em hevkarên hev yên NATO yê bin û divê em mil bidin hev û Tirkiye ji we sîlih daxwaz bike hun ê bifroşinê. Eger tu naxwazî bidî, dema Tirkiye di derveyê we de ji ciyeka dinê bikire, tu yê dengê xwe nekî.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin