PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro bi Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf re civiya.
Li gor zanyariyan, civîna navbera Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Baqir Qalîbaf, li ofîsa wî li Parlamentoya Îranê hat lidarxistin.
Rêwaz Fayiq Seroka Parlamentoya Kurdistanê, Fewzî Herîrî Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Kuyistan Mihemed Wezîra Kar û Karûbarên Civakî, Piştîwan Sadiq Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî, û Mihemed Seîd Elî Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan di civîna Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Baqir Qalîbaf de beşdar in.
Di civînê de, peywendiyên navbera Hewlêr-Tehran û pêşxistina wan peywendiyan û mijarên navçeyî tên gotûbêjkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin