PeyamaKurd – Berdevkê Fermî yê Leşkerê Roj, bersiva Endamê Desteya Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl da û diyar kir: “Rastiya ji hemû gelê Kurd ve xuya ye ew e, Leşkerê Roj nûnertiya projeya netewî dike û cihekî wî yê pîroz di nava gelê Kurd de heye û kî destdirêjî lê bike, ew çete ye.”
Di daxuyaniyekê de Berdevkê Fermî yê Hêzên Pêşmerge (Leşkerê Roj) Muqedem Şervan Dêrikî diyar kir, di dema ku gelê me li bendê ye hêviyên wî yên yekîtiya giştgîr pêk bên û dawî li tengasiyên wî were û hêviyên xwe bi vegera Pêşmergeyên Roj dibeste, kesê bi navê Aldar Xelîl daxuyaniyên dûr rehend û perensîpên netewî dide û Pêşmergeyên Roj bi sîfetên herî xirap “çete” û navên din tometbar dike. Ev yek, heqaret û sivikkirina îradeya gelê kurd û destkeftên wê ye ku bi riya salên dirêj ên xebatê bi dest xistine.
Berdevkê Pêşmergeyên Roj gotina xwe arasteyî Aldar Xelîl dike û dide zanîn: “Çete ew e, yê ku xwe li hember pereyan xwe bifiroşe û bibe sedema koçberkirin û derbiderbûna gelê xwe. Çete ew e, yê ku bû sedema dagîrkirina herêmên me ji aliyê artêşa Tirkiyê ve. Çete ew e, yê bac û pereyên giran li ser gel sepandiye û hîştiye ew ji samanên xwe bêpar bibe. Çete ew e, yê ku zarok revandine û ji bo ecindeyên xwe bi çek kirine û hemû mafên zarokan binpê kirine. Çete ew e, yê ku îradeya gel bi hemû şêweyan diziye û hiştiye stûxwar bijî. Çete ew e, yê ji bo belavkirina kîn û nefretê dixebite û sembolên gelê Kurd bi xiyanetiyê tometbar dike. Çete ew e, yên wek te bi diruşmên derewîn bazarê bi êş û azarên gel dike.”
Herwiha eşkere dike: “Rastiya ji hemû gelê kurd ve xuya ye ew e, Leşkerê Roj nûnertiya projeya netewî dike û cihekî wî yê pîroz di nava gelê kurd de heye û kî destdirêjî lê bike, ew çete ye û ji aliyê dijminên gelê kurd ve kirêkirî ye. Yan kesekî nexweş û derûnxirap e û divê ji civakê bê dûrxistin û li nexweşxaneya nexweşiyên derûnî û mêjî bê çareserkirin.”
Hat eşkere kirin: “Helwestên kesê bi navê Aldar Xelîl ne ji encama tesadufê ye, belkû ew yek ji mezintirîn bazirganên şer li Rojava ye.”
Ev daxuyaniya Berdevkê Fermî yê Pêşmergeyên Roj piştî wê tê, endamê Desteya Serokatiya PYDê Aldar Xelîl duhî di hevpeyvînekê ligel “Ozgur Politika” de ragihandibû, “Pêşmergeyên Roj ne Pêşmerge ne, belkû ew çeteyên dewleta Tirkiyê ne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin