Dadgeha bilind ya Îranê cezayê Îdamê yê Erxewan Fellahî xerab kir

Dadgeha bilind ya Îranê cezayê Îdamê yê Erxewan Fellahî xerab kir

PeyamaKurd – Dadgeha Bilind ya Îranê cezayê îdamê yê ku dabûn Erxewan Fellahî (24) ku niha di zîndana Evîn de ye, xerab kir. Sedema Fellahî ku niha di zîndanê de ye, bi sedema ‘serhildana çekdarî’ ew ceza kiribûn.

Li gor agahiyên Hengawê bi dest xistiye; ji bo daraza Fellahî ji nûh de bêkirin, dadgeha bilind dosyayê şandiye beşeka dinê ya Dadgeha Şoreşê ya Tehranê.

Li gor biyara dadger Abulqasem Salawati ku serokê beşa 15em ya dadgehê ye, Fellahî bi îdamê ceza kiribû. Sedem jî nîşan dabû ku sûcê li dijî dewletê yê çekdar kiriye, serhildanê kiriye û endama rêxistinekî siyasiye.