Peyamakurd - Dadgeha Bahreynê bi sedema ku di Hezîrana 2017an de beşdarî êrîşekê bûne, ji bo 4 kesan biryara cezayê îdamê da.
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Bahreynê (BNA) derheqê 4 kesên ku beşdarî êrîşa teqîna rojavayê paytext Manamayê ya li Herêma Ed-Dîrazê bûne, bi cezayê îdamê siza kir.
Di encama teqîna Ed-Dîrazê ku di Hezîrana 2017an de rû dabû polîsekî can dabû û çend kesên din jî birîndar bûbûn. Hat ragihandin ku biryara dadgehê ji temyîzê re vekiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin