Dadgerê Urmiyê yê cezayê îdamê da Kurda hat kuştin

Dadgerê Urmiyê yê cezayê îdamê da Kurda hat kuştin

PeyamaKurd – Li Rojhilatê Kurdistanê dadgerê ku cezayê îdamê da bi sedan ciwanên Kurda, Ali Riza Şêxlû, di êrîşa fuzeyî de li ofîsa xwe hat kuştin. Hat ragihandin ku êrîş di 24ê Adar a 2026an de bûye.

Dadgerê navborî yê bi navê Ali Riza Şêxlû cezayê îdamê daye gelek Kurdan ku di nava wan de Sabir Şêx Abdulla, Diyako Resulzade û di çalakiyên Jina Amini de cezayê îdamê dabû Soran Kasımi, Pejman Sultani, Kawa Salihi, Rizgar Begizade Babamiri, Tayfur Salimi Babamiri û gelek kesên dinan.