PeyamaKurd - Li Sûriyeyê Vesîm Esadê ku kurmetê serokdewletê berê yê ji desthilatê hatiye xistin Beşar Esed e, ji ber hejmarek tawanên wekî plankirin û kuştina mirovan di dema şerê navxweyî de bi cezayê darvekirinê hat mehkûmkiirn.
Vesîm Esadê 46 salî ku di meha Hezîranê de hatibû girtin, ji aliyê dadgehê ve bi tawanên kuştina bi zanebûn a gelek kesan, îşkence, tawanên dijî mirovahiyê û tawanên şer sûcdar hat dîtin.
Ev biryar hefteyek piştî ku Beşar Esed bixwe jî bi awayekî xeyabî bi cezayê darvekirinê hatibû mehkûmkiirn hate dayîn.
Sûriyeyê ji meha nîsanê ve pêvajoya darizandina Esed û berpirsên din ên rejîmê yên ku di dema şerê navxweyî de tawan kiribûn dest pê kiriye. Şerê navxweyî yê welat di sala 2011an de bi mudaxeleya tund a rêveberiya Esed a li dijî xwepêşandanan dest pê kiribû û piştre Esed û malbata wî di meha Çileya 2024an de reviyabûn Rûsyayê.