PeyamaKurd - Hate rgihandin ku Dadgeha Cezayên Giran a Sûriyeyê ji bo serokê rejîma berê ya Sûriyeyê Beşar Esed biryara cezayê bidarvekirinê da. Esed bi tawanên "kuştina bi qestî ya zarokan" û "sûcên li dijî mirovahiyê" hat tometbarkirin.
Dadger Fexredîn El-Eryan îro 11ê Tebaxa 2026an, cezayê darvekirinê bi awayekî xiyabî ji bo Beşar Esed birî. Dadgehê ragihand, Esed di encama pêvajoya dadgehkirinê de bi çendîn tawanên giran û hovane hatiye tawanbarkirin.
Li gorî biryara dadgehê, tohmetên sereke yên li ser Beşar Esed wiha ne:
Kuştina bi qestî ya zêdetirî kesekî û bi taybetî armancgirtina zarokan, sûcên li dijî mirovahiyê û bikaranîna êşkenceyê wekî amûreke sîstematîk li dijî dijberên xwe.
Di dema xwendina biryarê de, dadger bal kişand ser karesatên ku ji sala 2011an û vir ve li Sûriyeyê qewimîne. Rêxistinên navdewletî di vê heyamê de gelek caran rejîma Esed bi bikaranîna çekên kîmyewî yên qedexekirî û binpêkirinên giran ên mafên mirovan tohmetbar kiribûn.
Dadgehê rûniştina xwe ya 8emîn di 4ê vê mehê (Tebaxê) de pêk anîbû. Di wê rûniştinê de dadgehê guhdariya parastina dozgeriya giştî, parêzerên qurbaniyan û parastina gumanbaran kiribû. Nûnerê Dozgeriya Giştî daxwaz kiribû ku Beşar Esed, Mahir Esed, Atef Necîb û çend tawanbarên din ên ku reviyane, bi tawanên "kuştin, îşkence, girtina keyfî û talankirina malê giştî" werin cezakirin. Dozgeriyê tekez kir ku delîlên di dozê de "yekgirtî û xurt in."
Yek ji kesên ku cezayê bidarvekirinê lê hatiye birîn, Atef Necîb e. Necîb kurê xalê Beşar Esed e û berê Serokê Şaxa Ewlehiya Siyasî ya parêzgeha Der’ayê bû.
Necîb wekî berpirsê rasterast ê tepeserkirin û girtinên hovane yên li Der’ayê tê naskirin, ku di sala 2011an de bû sedema destpêkirina Şoreşa Sûriyeyê. Di serê van tawanan de, bûyera girtin û eşkencekirina zarokên Der’ayê di Adara 2011an de heye.