Dadgeheke Komara Gel ya Donetskê cezayê darvekirinê da sê kesan

Dadgeheke Komara Gel ya Donetskê cezayê darvekirinê da sê kesan

PeyamaKurd – Dadgeheke Komara Gel ya Donetskê (DPR), cezayê darvekirinê da du welatiyên Brîtanya û yek jî yê Fasê.
Li gor ajansa nûçeyan ya Interfax diyar kiriye, dadgehê ji ber "bi armanca destdayîna ser desthiladariyê û hilweşandina sîstema destûrî ya DPR pêkanîna çalakî û kiryarên leşkerî yên dravî" sê zilam, Aiden Aslin, Shaun Pinner yên Brîtanî û Brahîm Saadoun yê Fasî sûcdar dît.

Hat zanîn, ev sê zilam dema ji bo Ukrayna, li dijî Rûsya û hêzên bi piştgiriya Rûsî şer dikirin hatine girtin, piştî ku Rûsya di 24ê Sibatê de Ukrayna dagir kir.

Herwiha parêzerê got, ew ê li dijî biryarê serî li dadgehê bidin. Brîtanyayê jî biryara dadgehê wek "darizandinekî sexte" bi nav kir. Wezîra Karên Derve ya Brîtanyayê Liz Truss li ser Twitterê bertek nîşan da û wiha got: "Ez cezakirina Aiden Aslin û Shaun Pinner ji hêla alîgirên Rûsî ve li rojhilata Ukrayna bi tevahî şermezar dikim. Ew dîlên şer in. Ev biryarake avakirî ya sexte ye û tu bingeha wê ya rewa tune ye."

Li ser biryarê Berdevkê Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson jî diyar kir, li gor Peymana Cenevre, dîlên şer xwedî mafê parêzbendîya şervanan nin û divê ew jiber beşdarbûna şer, neyên darizandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin