Daxuyaniya F-16ya ji Amerîkayê!

Daxuyaniya F-16ya ji Amerîkayê!

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller, têkildarî peywendiya di navbera firotina balafirên F-16 û endamtiya Swêdê ya NATO'yê de got."Em difikirin ku pêwendiyek tune ye û nabe ku hebe. Lê çawa ku me berê jî ji hikûmeta Tirkiyê re ragihandibû, divê ev firotin ji aliyê Kongreya Amerîkayê ve were pejirandin."

Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê Matthew Miller di civîna çapemeniyê da ji nûçegihanê AAyê ra wiha got: "Gelo di mijara firotina balafirên F-16 de geşedanek heye? Do Serokomar Recep Tayyîp Erdogan diyar kiribû ku di çarçoveya G20an da bi Serokê Amerîkayê Joe Biden ra hat bal hev. Amerîkayê bi endametiya Swêdê ya NATOyê re eleqedar e û diyar kir, di navbera firotina -16an de têkiliya xwe ava kiriye. Wî diyar kir, ev yek Enqere aciz kiriye. Hûn vê yekê çawa rave dikin."

Miller got, hêj di derheqê firotanê de pêşveçûnek heyî tune.

Derbarê wê yekê de ku têkiliyek di navbera her du mijaran de heye yan na, Miller got, "Em difikirin ku pêwendiyek tune ye û nabe ku pêwendiyek hebe. Lê çawa ku me berê jî ji hikûmeta Tirkiyê re ragihandibû, divê ev firotin ji aliyê Kongreya Amerîkayê ve were pejirandin. ."

Miller diyar kir, di Kongreya Amerîkayê de yên ku di navbera van her du mijaran de pêwendiyê çêdikin hene û got, "Di vê pêvajoyê de ne tenê em aktor in."

Erdogan eşkere kir, di Lûtkeya Lîderên G20ê da bi Serokê Amerîkayê Joe Biden ra mijara F-16an her çiqas bi awayekî nebaş be jî gotûbêj kirin û wiha got: “Mixabin heval mijara F-16an digrin dest, jê derdixin û dibêjin ‘Swêd. Swêd e." Niha ev nêzîkatî me bi giranî aciz dike. "Dema ku wiha tê gotin, bersiva min heye. Hûn ji her tiştî re dibêjin kongre. Kongreya min jî heye. Kongreya min li ku ye? Meclisa Neteweyî ya Mezin a Tirkiyeyê Heta ku biryareke wiha ji aliyê Meclisa Mezin a Tirkiyeyê ve neyê dayîn, ne mimkûn e ku ez bibêjim 'erê'."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin