PeyamaKurd – Hasan Nasrallah 32 sale ku li ser serê Hîzbûllahê serpereştiyê dike û ji niha de tê munaqeşekirin dê kî bibe serokê Hîzbûllahê!
Heya niha nayê zanîn bê Hîzbûllah bersivekî çawa bide Îsraîlê. Ji ber Hîzbûllah bi serê xwe nîne û di serî de tewrê Îranê girînge. Di nav alternatîvan de navê ku li serê tê axaftin pismamê Nasrallah Haşim Safiyeddin heye ku endamê konseya karên siyasî yê Hîzbûllahê ya bi navê ‘Konseya Cîhadê’ ye.
Lubnan, berê bi navê ‘Parîs a Rojhilata Navîn’ dihat navandin lê piştî grûbên redîkal yên wekî Hîzbûllahê dest avêtin nav Lubnanê, Lubnan bû seha şer. Kuştina Herîrî jî nîşan dida ku grûbên redîkal yên Îslamî naxwazin bi Xîrîstiyanan re bijîn.
Li Lubnanê berê yek dewletekî hebû lê piştî Hîzbûllahê bûn 2 dewlet. Hîzbûllah ji Îranê destekê distîne û niha jî herêmên din bin desthilata wan de avahiyên wan, dibistanên wan, nexweşxanên wan û dezgeyên civakî bi temamî ji yên hukumeta Lubnanê cuda ne û ‘di nav dewletê de dewletekî din’ ê ava kirine. Sîlihên wan belkî ji yên dewleta Lubnanê zêdetirin û hukumeta Lubnanê nikare kontrola wan bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin