DEAŞê avêt ser balyozxana Îsraîlê: Kesekî ji wan hat kuştin û 2 jî birîndar bûn

DEAŞê avêt ser balyozxana Îsraîlê: Kesekî ji wan hat kuştin û 2 jî birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Îstenbolê li navça Beşiktaşê li ber plaza ku balyozxana Îsraîlê jî tê de ye, şer derket û di encamê de êrîşkerekî hat kuştin û 2 kes jî ji wan birîndar bûn. Dişer de 2 polîs sivik birîndar bûn.

Êrîşkerên ku bi 2 erebeyan çûbûn ciyê êrîşê, di erebeyên wan de lêkolîn hat kirin û 3 gumanbarên din jî ji aliyê hêzên asayîşê de xistin bin çav. Êrîşker ji bajarê İzmitê çûne Îstenbolê û niha bi her dû birîndaran re bi temamî 5 kes di bin çav de ne.

Li ber plaza ku balyozxana Îsraîlê jî tê de ye, êrîşker seet di 12.00an de çûne wê derê, di destê wan de çekên mezin hebûne û di serî de êrîşê polîsan kirine.

Di şer de 1 ji êrîşkeran hat kuştin û 2 kes ji wan jî birîndar bûn. Her dû birîndaran birin nexweşxanê û li nexweşxanê îfadên wan digrin. Her sê gumanbarên din jî li nêzî ciyê bûyerê hatine girtin.

Wezareta karên navxwe ya Tirkiyê li ser bûyerê daxwuyanî da ku terorîstê kuştî Yunus E.S. bi her dû terorîstên din re yên bi navên Onur Ç. û Enes Ç.re ku birane çûne êrîşê bikin. Wezaret di daxwuyaniyê de weha got:

“Li bajarê Îstenbolê li navça Beşiktaşê li ber blokên Yapı Kredi Plazayê bi çekên giran êrîşê polîsên me kirine û di encamê de 3 terorîst bê bandor kirine. Polîs yekser bersiva wan daye lê polîsekî ji lingê xwe û yê din ji guhê xwe birîndar bûye. Rewşa wan baş e.

Di encama lêkolînê de nasnamên terorîstan tesbît kirine ku ji İzmitê erebe kirê kirine û hatine Îstenbolê. Yunus E.Ç. hatiye kuştin ku pêwendiyên wî bi rêxistina terorê ya ku dîn îstîsmar dike re heye. Her dû terorîstên din yên bi navên Onur Ç. û Enes Ç. ku birîndar ketine dest, birane. Di sîcîla Onur Ç.de qeydiya maddeyên hişbir heye.

Di navbera her sê terorîstan de danûsitendina dîjîtal yên zêde heye û niha îfadên birîndaran tê sitendin.”

Wezîrê karên navxwe Mustafa Çiftçi ragihand ku her 3 êrîşkewr endamên IŞİDê ne, her dû polîsên birîndar emeliyat kirine û rewşa wan baş e.