PeyamaKurd – Berdevka DEM Parti Ayşegül Doğan ragihand ku firka hevpar heye ku berya meclisa Tirkiyê tatîl bibe, qanûn derê û divê qanûn berfireh be.
Rêvebiriya DEM Partiyê got ku divê reşbeleka qanûn bi heyeta Îmraliyê û Abdullah Öcalan re bê parvekirin û ev ji aliyê pêşdeçûna pêvajoyê de girîng e.
Berdevk Ayşegül Doğan, cîgirê hevserokê DEMê Tayip Temel, parlementerê Antalya Hakkı Saruhan Oluç û endama komisyona STKê Sultan Özcan, bi grûbekî rojnamevanan re civiyan, li ser asta pêvajoyê agahiyan dan û hem pirsên rojnamevanan bersivandin.
Ayşegül Doğan, ragihand ku li ser pêvajoyê agahiyên nerast û gemarî digerin, li ser pêvajoyê munaqeşeyên li ser rû tên kirin û rastiya munaqeşeyên girîng lewra di bin siya wan de dimînin. Doğan got:
“Em tev dibêjin ku pêdiviya Tirkiyê bi zimanekî nûh heye. Di vê noqtê de em hinek bi tena serê xwe dimînin. Pêdiviya çêkirina wî zimanî û termê wê, hinek cesaret dixwaze. Herkes meraq dike bê li ser çarçoveya qanûnan li hev kirine an nekirine.
Lihevkirin an ku mutabaqat, ez di şûna wê de dixwazim vêya bêjim: Berya meclis tatîl bibe, em dixwazin çarçoveya yasayî were meclisê û di vê mijarê de fikra hevpar heye di navbera AKPê DEMê de. Berê jî me mijarê ragihandibû.
Ji bilî wext, munaqeşe li ser çarçova qanûn hebû. Çi guherî? Me car din li ser çarçoveyê dan û sitendinan kir. Mijara dan û sitendina me li ser çarçovê ew bû ku ne kategorîk be, cudahî nebe, qanûna hembêzkar be, berfirh be. Di nava kategotiyan de sûcdar-bêsûc, kesên sûc kirine an nekirine, serpereşt an ne serpereşt divê cudatî nexin navbera wan. Me vê fikra xwe ji wan re got û me îstîşare kir.”
Ayşegül Doğan got ku bi serokê PKKê Abdullah Öcalan re, ji 24ê Gulanê heya niha hevdîtin nebûye, em bendene ku di 23yê Temmûzê de roja Pênşemê hevdîtinekî bibe lê roja wê baş zelal nîne…Nebûna hevdîtina bi Öcalan re dike di pêvajoyê de rawestandin dibe û divê ev seredan zêde bibin.
Doğan got ku piştî Heyeta Îmraliyê bi rayedarên AKPê re hevdîtin kir û seredana serokê MHPê kir, ev ji bo lezandina pêvajoyê bû. Doğan got ku hevdîtin baş meşiya ye.
Reşbeleka çarçoveya yasayê bi Heyeta Îmraliyê re nehatiye parvekirin û bendene di rojên pêşde reşberlek bê parvekirin.
Ayşegül Doğan ragihand ku di hevdîtina bi Devlet Bahçeli re gihane fikrekî hevpar ku berya tatîla meclisê qanûn derê.