PeyamaKurd - Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) îro 6ê Îlonê, li Enqereyê kongreya xwe ya 5an a asayî li dar dixe. Kongre li Enqereyê li Navenda Çandê ya Nazım Hikmet birêve diçe.
Ji ber pêvajoya çareseriyê û şert û mercên siyasî, kongre bi beşdariya tenê ya delegeyan pêk tê û tê çaverêkirin ku di rêveberiyê de guhertineke mezin çênebe û Tuncer Bakırhan û Tulay Hatimogullari jî di erka xwe ya hevseroktiyê de bimînin.
‘Mebest komara demokratîk e’
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan daye xuyakirin ku ev kongre ji bo bicihanîna pêdiviyên qanûnî û destpêka serdema nû tê lidarxistin, lê guhertin û veguherîneke bingehîn di rêzikname û bernameya partiyê de dê piştî çend mehan di kongreyeke berfireh de bê kirin.
Dogan daye zanîn ku armanca wan ne guhertinên şiklî ye, lê avakirina mekanîzmeyeke nû ya li gorî têgihiştina "komara demokratîk" e.