PeyamaKurd - Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM Partî) amadehiyên xwe yên ji bo Kongreya Asayî ya 5emîn didomîne. Hat ragihandin ku DEM Partî dê kongreya xwe di 20ê Îlona îsal de li Enqereyê li dar bixe û rêzikname û bernameya xwe jî biguherîne.
DEM Partiyê eşkere kir ku dê kongreya 5emîn li Salona Werzişê ya Enqere Arenayê birêve biçe û ji bo birêvebirina vê pêvajoyê komîteyeke navendî ya kongreyê hatiye avakirin.
Herwiha hate eşkerekirin ku wê DEM Partî ji bo guhertina rêzikname û bernameya partiyê jî komîteyeke taybet ava bike daku di kongreyê de ew guhertin bên pejirandin.