PeyamaKurd - Balafireke şer a Hêzên Esmanî yên Yûnanistanê ya F-16, neçar ma ku li Balafirgeha Zakynthosê ya li Girava Zanteyê daxwaza danîna lezgîn bike.
Piştî danîna li ser rêya balafirgehê, balafira şer tûşî qezayê bû û agir pê ket. Li ser bûyerê tîmên hawarçûnê yên li qadê dest bi operasyona vemirandina agir kirin.
Li gorî nûçeyên medyaya Yûnan cih girtine, pîlotê balafirê di dema geşta rahênanê de hişyariya şewatê wergirtiye û ji ber wê li vê balafirgehê danîye û ji vê qezaya giran bi silametî rizgar bûye û rewşa wî ya tendirustiyê baş e.
Sedema danîn û agirpêketina balafirê hîn bi temahî nehatiye eşkere kirin û lêkolînên teknîkî li ser vê rûdanê berdewam dikin