PeyamaKurd – Li Derya Reş li bajarê Samsunê li navça Bafrayê dema kesê bi navê Abdul Baki Özdemir di mala xwe de radiza, kesekî di balkonê de dikeve hundir û di xew de bi tivinga pompeyî ew dikuje.
Li ser kuştinê, hêzên asayîşê 2 kesan xistin bin çav û îfadên wan girtin. Kesên bi navên E.B.N. (17) û yê pê re alîkariyê kiriye yê bi navê M.D. (17) birin edliya navça Bafrayê.
E.B.N. û M.D. ji aliyê dadgeha nobedar de, biryara girtina wan hat dayîn û ew şandin zîndanê.